1. YAZARLAR

  2. BENGİN BOTİ

  3. Zarokên Bê Xwedî
BENGİN BOTİ

BENGİN BOTİ

Yazarın Tüm Yazıları >

Zarokên Bê Xwedî

03 Kasım 2008 Pazartesi 04:50A+A-

Em zarokên bê xwedî ne. Li nava bajarên xeribîyê, bi tenaya serê xwe, ji boyî ku serfiraz bi mînên di xebitin. Kesekê me tune ye ku rêyan nişanî me bike. Ku me, ji xeletîyan dûr bike.

Em zarokên bê war in. Mal û milkên me, çand û kevneşopîyên me ji alîyên heramîyan ve hatin e dizîn. Hatin e binçavkirin. Di destên me de, ne kevneşopîyên bav û kalan, ne çîrokên ferzaneyan, ne xewnên zarokên rûken man e. Kesên ku me bi wana re havalbendî kirî gava karên xwe birin serî, pişta xwe dan me. Gelek kesan em bi mebestên xwe ên qirêj xapandin. Gelek serok û rêberin me ên derewîn derketin holê. Bi salan em bi virên xwe mijûl kirin. Hemû hêzên me, hemû sermîyanên me berhewa kirin. Me gelek hêvî û xîyalên xwe, gelek nazik û nazdarên xwe kirin gorî çavên wan. Gava ku derketin ferehîyê em hêliştin di tengasî û tevilhevîyan de. Heta ku me dora xwe dît, me rewşa xwe nas kir, ewan barê xwe bi rêkir. Em disa man bi şund e.

Em zarokên bê xwedî ne. Ramanên me, nêrînên me, ne xema kesekî ne. Êş û janên me, bîr û bawerîyên me, bala kesekî nakişînên. Di hemû gengeşîyan de em bi tena serê xwe ne. Suncê tenêtîya me jî, suncê bê kesîya me jî dikev e stûyê me. Li cem hemû alemê em sedemê rewşên xirab in. Em sedemên hemû xeletî û zordarîyan e. Heyîna me bi xwe bes e ji boyî hovîtî û xedarîyan. Kesek tuneye ku pirsa halê me bike. Kesek tuneye ku daxwaza mafên me bike. Ji me re piştgir be.

Em zarokên bê fêhm in. Çiqas bar jî li me bên kirin, çiqas tinaz jî li me bên kirin, disa jî em rewşa xwe fêhm nakin. Bê fêhmîya me, nezanîya me, dibe sedema serê me. Ne serpêhatîyên bav û kalan tiştekî bi me dide zanîn, ne gotinên kesên li dijî me, hişê me tîne serê me. Bi hêsanî em tên xapandin. Bi hêsanî em kesan ji xwere dikin serok û rêber. Bi destên wan xwe tavêjin mirinan, qir bûn û belengazîyan. Ne li halên xwe di pirsin, ne bersiva sedema rewşa xwe ji kesekî dixwaz in.

Em zarokên bê xwedî ne. Bê bername û bê rêber in. Bê heval û bê hêz in. Ne xeletî û şaşîyên me, ne zanîn û serketinên me balan dikşînên ser xwe. Di nava keftûlefta xwe de, jiyaneka tevilhev, jiyaneka bi êş û elem derbas dikin. Ramanên me, bîr û bawerîyên me hatin e vegirtin. Ne rojeva me di destê me de ye, ne bernameyên me bi destên me tên çêkirin. Hinek kesan rûniştinê ser kursîyên xwe, ji dêl me ve bîryaran didin. Bîryara kuştinan, bîryara, koçberîyan didin. Ew di bêjin û em belengaz dibin. Ew dikin û em ji hev belav dibin.

Em zarokên bê hêz in. Ne hewce ye ku kesek zirtan bide. Ne hewce ye ku kesek pesnên xwe bide. Me ne cih mane ne war. Ne alikarên me mane li dora me, ne xêrxwazên me. Bi rastî me bi destên xwe dora xwe vala kirî ye. Sedemên rewşa me ya xirab, bi destên me pêk tên.. Gazinda me ji kesekî tune ye.

Em zarokên bê xîyal in. Di tarîtî ya şevê de, hinek xêrnexwazên mina şevreşkan ketin nava xîyalên me, ketin nava dil û mejîyên me. Tar û mar kirin hemû xîyalên me yên xemilandî. Em man bi tenaya serê xwe. Em man bê xewn û xîyal. Destên me sar bûn ji hemû  xebatan.

Em zarokên xwedî êş û jan in. Bi kul û keser in, nêçarin, bêzar in.

Em zarokên Rojhilata Navînin. Germîya hinavên me dide rûyê erdê. Agirê di hinavên me de geş bûyî, gurîya xwe tavêje hemu alîyên cîhanê.

Em zarokên Mezopotamiya’yê ne. Xulamên rûyên biken in. Hemû kes dikarin bi gotinek xweşik me bi xapin in. Em bi lez germ dibin, bi hêsanî xwe dikin gorî. Bi coşa biharan geş dibin, bi hestên lawinî di herikin ser hemû rengên jiyanê.

Em zarokên Efriqa’ya reşin. Kula rûreşîya mirovatîyê, kula bêbextîya mirovên çerm spî herdem di rengê çermên me de xwiyaye. Em nişana xiyaneta, kedxwaran e. Xwedayê mezin bi rengê me, bi neçarîya me, hemû mirovatîyê di ceribîn e. Em birçî û tazîyên destê çavbirçî û zik mezinan e.

Em li hemû bajar û gondê cihanê ne. Navê me ji hev cûdan e. Rengê me ji hev cûdan e. Lê rewşa me bi yek rengî ye. Bindestîya me bi yek navî ye. Tenêtîya me bi yek awayî ye. Em li hemû alîyên jiyanê bi yek rengî tên wenda kirin. Tên veşartin. Me kesek tune ye ku di bin tarîtî ya şevê de, cotek rondik dîyarî me bik e.

Lê disa jî em ne bê hêvî ne. Di nava sir û seqemê de jî, germîya hêvîyên me, dê laşê me, dil û hinavên me germ bihêle. Emê tu caran ne kevin xefka bê ûmidîyê. Emê her roja nû bi sitranên germ dest bi jiyanê bikin.

Raste ku em dertkêş û belengazin. Lê ne bê mefer û bê awaz in.

 

[email protected]

YAZIYA YORUM KAT

9 Yorum