1. YAZARLAR

  2. BENGİN BOTİ

  3. Adar e! Alik Cejn e, Yek Xedar e...
BENGİN BOTİ

BENGİN BOTİ

Yazarın Tüm Yazıları >

Adar e! Alik Cejn e, Yek Xedar e...

16 Mart 2008 Pazar 01:00A+A-

Adar, ne tenê mehek ji duwazdeh meha ye. Ew , buka biharê ye. Rewşa salê ye. Rengê xwingermiyê, bêhna giyan, xweşîya  hewa, ax û avê ye. Şiyarbun û nû buna xwerîstê, axaftin u qêrîna  çema ye. Ter bûna zikê erdê ye. Hêşin  bûna newrozan ,gul û kulilkan, avisîya zevîya, belavbûna ewrên reş û tari ye.

Di miha adarê de hemû mirov dikevin nav xebateka giran. Xwin  li wan germ dibe. Jiyan ji nû ve destpê dike.

Ji alîyek dî ve adar, bêhna barûdê ye. Barîna bombeyên napalm e. Koçber bûna pîr û ciwanan, perçebûna laşen zarokan, terikandina serpêhati û hêviyan e. Kom bûna  ewrên zordestiyê , hişk bûna erdê avis e.

Ne tenê  cejn û şahiye. Êş e, dilşewat e, tevkuji ye, qir kirin e, agir e…

Adar e !

 Helebçe ye! Bêdeng mayina mirovatiyê ye. Heyfa mêrxasa, axîna civanên ber miradan e.  Mirina zarok, çivik, berx u xezalan e.…

Agirê di dilda , Birina her dem vekirî,  hêrsa  di hinavan de şaxdayi ye. Bêgavi ye, bêkesî ye. Tenêti ye.

Mixabin û sed mixabin, ji bîr kirin e. Ji bîr kirin ji mirin e.

Adar e !

Di nav xwede gelek rojên kêf û şahîyan ji, gelek rojên xedar û reş ji vedişêr e.

Dema dibe adar, dikevim dudilîyek mezin de. Aliki dilê min germ dibe. Berê xwe dide xweşîya biharê, bi coşek mezin xwe berdide ser jiyana nû. Mina xortek çardeh salî, dikeve nav  kulanê jiyanê. Alîyê di ji, dikeve xemgînîyeka kûr. Melûl dibe. Hêrs digre. Tê guvaştin. Ji ber ku rojên reş û rojên bê xwedîtîyê tên biramin. Nizanim bi kude herim.

Adar Helebçe ye. Helebçe ji nişana tenêtî û neçarî ya  gelekê bêxwedî ye, di bin zordarîya sedsala bistan de.

Tenêtîyeka di hundirê xwe de gelek pirsên kûr vedişêr e. Tenêtîyeka bi êş, xwedî bareki gîran.

Tenêtiyeka ku mirov di beicên e.

Adar e ! Aliki    cejn e , yek xedar e.

Ji mileki ve hêvî ye, nû bûne. Ji milê dî ve ji agir e, zilûmat e, xum xuma çekên gîran e. Bêhna kîmyevîyan e. Şikestina şuşa dilê xortên xwingerm e.

Adar e! Axxx Adar e!

Ne tenê bihar e. Ne tenê dengê şalûl û bilbilan e. Deng vedana hawar û gazîyên neçaran e. Gelo hen e ê ku bi bihîsin? Hen e ê ku seh bikin vê êşê, vê hewarê. Hen e ê ku bi bînin vê xopanê?….

Adar!

Miha  biharî, mizgîna gul û kulilkên xweşik, mizgîna seyran û dilanan.

Mizgina bombeyên xerdelê, konên şînê û tirbên li hêmbêzên hev.

Tu Li her axeki bi rengekî cudatir derdikevî holê. Bi dengeki xwemal xwe nişa mirovan di kî.

Lewma hinek mirov bi hatina te dikin kêf û şahî. Govendan digrin û xwe di nav bêhna te ya xwemal de di gevêzin. Hinek ji, bi hatina te re, di kevin nav serpêhatîyên xwe . xemgîn dibin. Hêstirên çavan, xwe berdidin ser dilê wan. Di neçarîya xwe de melûl dibin. Hêdi hêdi di helin. Nahêlin ku kesek bi wan ji bi hes e.

Adar û Helebçe di diroka bindestî û belengazîyê de ji, di diroka, zordarî û hovîtiyê de ji dê bihevra bên nivîsandin.

Di diroka tenê mayîna gelekê bindest de, dê bihevra bên nas kirin.

Eve dîsa adar hat. Disa xweristê berê xwe da biharê. Dîsa nû bun xemên salan. Dîsa vebûn kulên qemûşk girtî.

Le nema hêdi em van rojan bikin rojên şînê. Nema, hêstir bi rûniştî werin xwar.

Dem, dema fêhmê ye. Dema nas kirina sedemên zordarîyê ye. Dema  ji holê rakirina belengazîyê ye.

Mina gelek hawarên giran, ev hawar ji dê bi mîne li ser singa dirokê. Heta ku roja mezin wer e.

 Ew roj, dê çiqas “dijwar be”  Ya Rebbî!

 

[email protected]

YAZIYA YORUM KAT

10 Yorum