Bengin Boti

Bengin Boti

Yazarın Tüm Yazıları >

Hêvî

A+A-

Dara jiyanê bi hêvîyan tê avdan. Xewnên giranbiha, evînên dilşewat bi germîya hêvîyan tên parastin. Heger ne bi xêra hêvîyan buya hêzên kesekî têra veguherandina rewşa kesane jî û rewşa civakî jî nedikir. Mirov ji zarokatîyê heta dawîya jiyanê ber bi hêvîyan ve diçe. Hêvî, ji bona pêşveçûnê mîna nan û ave. Zadê mêrxas, şoreşger û lehengên hemû zemanaye. Mirovên ku barê giran ê mirovantîyê li milên xwe kirîne hemûyan jî, bi saya hêvî û ûmîdan gavên mezin avêtin e. Veguherandin hemû bi vî rengî hatine sazûman kirin.

 Hevîyên min her daim şiyarin. Dizanim Çiqas ku stirî di lingên mere herin, çiqas em dil şikesti bibin, ew qas nêzîkê dawiyê dibin. Dibêjin dawîya taritîya zilûmat, berbang e.

Lewma dema dikevim tengasîyan de, piştî ku gengeşîyên germ derbas dibin, berê xwe didim rewşa xwe û li hawirdorê xwe dinêrim. Dibînim ku, roj li pey rojan diçin. Gav, gava li duv xwe tînên. Tiştek tune ye ku derbas nebû ye. Tiştek tune ye ku piştî tengasîyan berê xwe nede ferehîyê. Dizanim û bibawerim ku “ piştî her tengasîyekê, ferehîyek he ye.” piştî tipûtarîyê, ronahîyeka geş heye.

Wê çaxê hêvîyeka bi coş, mîna sîyeka hênik xwe digihîne hestên minên germ. Çavên min ê ku ber bi jêr ve xwehr bûne, hêdî hêdî serê xwe dirakin û ber bi asoyê ve dinêrin. Hinavên min hênik dibin. Gavên min ji nûve rast dibin. Kabokên min bi hêzin xwemal dirabin ser xwe.

Mirov dikare vê hêvîdarîyê ji boyî rewşa mirovantîyê ji şirove bike. Raste ku îro Zordarî û zilûmat li her çar alîyê dinyayê belav bûye. Piranîya mirovantîyê hêzparêz e. Kî karibe kî, barê xwe li milê wî di ke. Li jor kedxwar û zordar dijîn, li jêr bêkes û belengaz di perçiqin.

Lê bi bawerim niha jî mirovatî û gerdûna pîr bi barekî giranbiha avis e. Demek nêzîk ne dereng wê vî barê hêja danin ser rûyê erdê. Gul û kulîlk, rihan û newroz dê ji nûve bişkivin. Kevokên aşitîyê, dê bi coşek mezin bifirin. Nêrgizê biharî dê bêhnek cûda li hawirdor belav bikin.

Ya giring ewe ku mirov bi tebateka qewî li ser lingên xwe bisekin e û hêvîyên giranbiha ne ji boyî kesayetîyeka piçûk, belkî ji boyî armancên hêja bikarbîne. Ji ber barên giran ne reve. Di tengasîyan de gavan bi şûn ve ne avêj e. Divêt bê zanîn ku ax herdem hêşînatîyê nade. Dar hemû deman fêkî nadin. Rehma Xweda di her demê salê de ji ezmana ber bi rûyê erdê ve naye. Carin hene hemû dergeh li mirovî tên girtin. Carin hene ku mirov, xwe di nava tevlihevîyan de dibîne. Rê li ber mirov teng dibe. Bi hijmaran, bi hîsaban mirov nikare ji bin pirsgirêkan derkeve. Divêt mirov di van deman de, xwe şaş neke. Raweste û li pêşîya xwe binêre. Hevîyên xwe xwedî bike.

Heger ne bi hêza hêvîyan buya, kengê mirov dikarî piştî têkçûnan ji nû ve li ser koka xwe şîn bibe. Mîna tovên bin ax bûyî hêdî hêdî bişkive, bibe dareka sed çiqil û ber bi fêkî ve here. Jîyana bi coş ji nûve lidar bixe.

Gelo ma kengê mirov dikarî ji jana tenêbûnan xilas bibûya. Ma kengê mirov dikarî ji agirê hesretan û ji şewata ji hev dûrketinan derkeve holê. Ji xem û xîyalan derkeve, Piştî bahozan ber bi biharan ve here.

Gelo ne bi saya serê hêvîyên pîroz buya, kî dikarî li ser vê axa evqas bi êş û keder, dest bavêje xebatan û ji boyî pêşerojê, ji boyî ramanên hêja, gund û bajaran, tax û kolanan bi xemilîne.

Mirovê ku hêvîyên xwe winda bike, tu rayên wî bi jiyanê ve girê bide namine. Şev û roj li ber çavên wî mina hev lê tên. Hemû nemetên li ser rûyê erdê li ber çavên wî sar dibin. Tu tam di devê wî de namînin. Xwarin û nexwarin, şahî û dilêşî li ba wî dibin yek. Naxwaze ku tu xebatan bike, tu gavan ji boyî jiyanê, ji boyî pêşveçûnê bavêje. Dest ji xwe û jiyana xwe berdide. Roj bi roj melûl dibe. Kêm dike. Ji hemû alîyan ve nexweş dikeve. Malikên laşê wî, bê hêz dikevin. Naxwaze ne raweste û ne derkeve nav mirovan. Ji kesayetîya xwe derdikeve. Dibe mirovek dî. Çiqas gengeşî û tevilhevî li derdora wî çêbin jî, haya wî ji tu tiştî namîne. Mîna peykerekê hezarsalan lê tê. Di cîyê xwe de hişk dibe. Çermê laşê wî kevin dibe. Xwîn xwe ji hinarikê rûyên wî dikşîne xwar. Çavên wî berjêr dibin.

Bê hêvîtî, rengek ji rengê mirinê ye. Mirineka ku ne laş, lê belê dil sar dike. Dil di cemidîne. Mirov li jiyanê têxe bin axa sar. Dest û lingan ji hemû heyîna dikşîne.

Heyfa wî kesî ku piştî gelek zîrekîyan ji hêvîyan qut bibe û xwe ji hemû heyînan vekêşe.

Ji ber ku; “ Bê guman piştî her tengasîyekê, ferehîyek he ye.”

bengin_boti@hotmail.com

YAZIYA YORUM KAT

7 Yorum