1. YAZARLAR

  2. BENGİN BOTİ

  3. Birîna Her Dem Vekirî
BENGİN BOTİ

BENGİN BOTİ

Yazarın Tüm Yazıları >

Birîna Her Dem Vekirî

03 Ocak 2009 Cumartesi 21:27A+A-

Carin hene ku gotin têra mirov nakin. Mirov çê bêje, cihê gotina di dilê mirov de  nagir e. Mirov çi diayê bike, çi nifirê bike, dilê mirov hênik nabe.

Carin hene ku tiştin tên bîra mirov, çavên mirov şil dibin. Ne gotinek derdikeve, ne ji mirov dikare karekî bike.

Birînên hene, her demî vekirî ne, tu derman tune ne ku van birînan derman bike. Tu kes nikare ku çarekî ji van birînan re bibîn e.

Yek ji van birînan Filistîn e. Dema ku filistîn tê bîra mirov, dest û ling li mirov sar dibin. Dilê mirov tê guvaştin. Jana neçarîyê û agirê hêrsa giran bi hevre dibezin ser dilê mirov.

Filistîn axîneka mezin e. Êşeka kûr e. nîşana zilm û zordarîya gerdûnî ye. Tu zilm û zordarî, mina zilma li filistînê ev qas deng nedaye cihanê.  Li ser tu zordarîyan mirovantî bi vî rengî nebûye hevalbend.

Sedsala bistan bûye şahidê xwinmijîya li filistînê. Xwiya ye ku sedsala bistûyekan ji dê bibe şahidê gelek zordarîyan. Îro  disa dengê zordarîyê ji axa filistînê bilind dibe. İro disa dengê hawara bindestan rûyê şevê diqetîn e. Xwîna germ rûyê axa piroz dişû.

Îro Xazze dinale. Zarokên di pêçekan de, bi qêrînên dayîkan, bi dengên firokan şîyar dibin. Li ser serê zarokan, pîr û nexweşan top û guleyên dijwar dibarin. Şevên reş û tarî bi şewqa roketan ronahî dibin. Dadîya dewletan li pêşber zarokên heft salî pûç dibe. quretîya nijadperestên hemû welatan dibe dûpişk û bi laşên zarokên Xazzeyê ve didin. Jehra hemû koledaran bi çekên cihûyan li ser  belengaz û bêkesan dibarin. Filistîn disa di axînê de ye. Xazze di xwinê de ye. Zilma cihûyan, behra sor tîne xezebê. Sêlaka çolan di peritî ne.

Lê mixabin, laşê mirovantîyê na êşe. Dilê mirovantîyê qet na lerize. Mixabin, çi bedena dikeve bin axê hovan bêtir hov dike. Mirovantîyê bêtir ker dike. Kor dike. Çi qêrîneka bilind dibe, dengê şahî û kêfxweşîya mirovên har geştir dike. Çavê çavbirçîyan tarîtir dike. Kesek qêrînên dayîkan, nabihîz e. Kesek rundikên zarokên sêwî paqij nake. Kesek li vê zordarîyê mêze nake. Kesekê ku barê mirovantîyê li milên xwe bike tûneye. Kesekê ku hawarên belengazan bibihîze tûneye. Rûyê erdê bi şeqite hêja ye. Çiyan, behr û robar  bi hevra bimeşin hêja ye. Erd û ezman tevlîhev bibin hêja ye.

Filistîn xwin digirî. Xazze di tarîtîyêde ye. Di bin zordarî û nijadperestîyê de ji ber  ku bimîne li ser lingan, hewl dide. lê, cihana zordest di şahî û cejnan de noq dibe.

Ev rewş dê heta kengê berdewam be. Dê heta kengê Dengê tilîlîyên dayîkên Filistînîyan  di bin dengê şahîyên mirovên bê fêhm de bimîn e. Çavên  zarokên bê guneh, qêrînên  dayîkên neçar, hêrsa dilê bavên dest û ling gêridayî, dê kengê mirovantîyê rake ser piyan. Dê kengê rayê mêranîyê li me bijenîn. Ev bêdengî, ev bê xemî ji mirovantîyê re rû reşîyeka gelek mezin e.

Filistîn eşkerebûna rû reşîyên  zordaran e. Pûçbûna sozên koledaran e.

Filistîn axineka kûr e. Birîneka her dem vekirî ye. Filistîn ceribandina dilrastîya me hemûyan e. Şehîna dadmendî û ji dilîyê ye. Kesekê ku xwe ne de ber pirsgirêka Filistînê, ne daxwazê dadmendîyê ye. Ne daxwazê azadîya tu tiştên hêja ye. Ne hevalbendê ketîyan û bindestan e.

Filistîn goştê laşê hemû mirovantîyê ye. Xwina ku li filistînê tê rijandin xwina hemû bindestan e. Filistîn dayîka hemû pirsgirêkên gerdûnî ye.

Serxwe bûna Filistînê, Hesreta dilê hemû bindestên cihanê ye. Zarokên Filistînê zarokên hemû bindestan e. Jana  li wê axê tê dîtin, qêrînên ji kolanên wê derdikevin, li hemû kolanên bindestan tên bihîstin. Axa Filistînê, çermê laşê hemû şervanên azadîyê ye.

Ji ber vê yekê îro dem ne dema girînê ye. Ji xwe dayîkên Filistînîyan têra xwe digirîn. Rondikên çavên wan besin ji boyî şiyar kirina axê. Kesê ku tenê bi rondikan, bi sekine, ew kes ne ji dil hevalbendê zarokên belengaz e.

İro dem dema xebatê ye. Dema rabûna li hemberî hemû navêndên siyonparêzan e. Ji xwe îro kolanên Xazze’yê, ji karekê mezin re xwe pêk tînin. Ji boyî serhildaneka nû, di stargehan de xebatên mezin tên kirin. Bazên azadîyê ji boyî xwe cangorî bikin dikevin rêzê. Dayîkên şehîdan, piştî rondikên germ, sondên  tol hilanînê divexwin. Kara xebateka gerdûnî tê kirin.  İro roja arîkarîya vê serhildana gerdûnî ye. Ji îro û pê de, dê derkeve holê ka kî ji dil e û ka kî li ber ya xwe ye. 

Ji ber kû îro dem dema întîfadaya sêyemin e.

Ji nihan de Piroz be.

 [email protected]

YAZIYA YORUM KAT

7 Yorum