1. YAZARLAR

  2. BENGİN BOTİ

  3. Hilbijartin û Dengên Kurdan
BENGİN BOTİ

BENGİN BOTİ

Yazarın Tüm Yazıları >

Hilbijartin û Dengên Kurdan

26 Temmuz 2007 Perşembe 23:31A+A-

Hilbijartina 22’yê Tîrmehê li pey xwe gelek dersan hişt û derbas bû. Bêguman dê li ser van dersan gelek tişt bên gotin.

Pêwiste  ku em jî li ser encamên hilbijartinê bisekinin û nêrîn û daxwazên gel şirove bikin. Ji ber ku deng dayîn ne tenê hilbijartin e. Dengdayîn  dibe sedem ku meriv dengê dilê gel bibihîze. Bi vî awayî meriv dikare daxwaz û nêrînên veşartî yên gel jî hîn bike. Lewra hilbijartin û dawiyên hilbijartinê hêjayê şirovekirinê ne.

Bi rastî encamên hilbijartinê, nemaze yên li bajêrên kurdan gelekî balkêş in. Wekî ku tê zanîn di vê hilbijartinê de, civakê bi piranî dengê xwe da Partiya Dadmendî û Pêşveçûnê (AKP).

Gelek sedemên vê çêtirdîtinê hene. Fêhmkirina van sedeman ji bo çareseriya pirsgirêkan dê bibe gaveka girîng.

Li gor dîtina min gelê kurd bi dengê xwe, bi carekî ve gelek tişt gotin. Gotinên xwe li gelek aliyan belav kirin. Heger ku mirov bifikire dê xuya bike ku di nava vê helwestê de gelek gotin hene û gelek wate ji vê rewşê derdikevin.

Gotina  pêşî ji sazûmana fêrmî re ye. Gelê kurd disa gotiye ku em dengê xwe nadin xwediyê sazûmana fermî. Kî çi qas ji nêrinên fermî dûr bikeve ew qas jî ew nêzîkê me dibe. Bi van ramanan dengên xwe dane AKP û endamên serbixwe yên di binê piştgiriya DTP’yê de.

Wateya vê jî ev e ku ji bilî kesên dijber, kes nikare razîbûna gelê kurd bistîne. Ev helwest jî dide xuyakirin ku kurd li ser riya dijberiyê qet gavan navêjin. Xiyanetê  bi kevneşopiyên xwe re nakin. Ew  kevneşopiyên ku bi sed salan e pêk hatine û hêza xwe ji serpêhatîya standine.

Kesê berê xwe bide gelê kurd divê di serî de dijberê sazûmana fermî be.

Tu kes bawer ne dikir ku di vê hilbijartinê de kurd dengekî gelek balkêş bidin AKP’yê.

 Rast e, ev çûyîna ber bi AKP’yê ve tenê ne li nav gelê kurd e. Pêşveçûna AKP’yê li nav gelê tirk jî gelek li ber çavan e; lê belê  sedemên  vê çûyîna gelê kurd û tirk ji hev cûda ne.

Sedemên ku gelê tirk dengê xwe daye AKP’yê aşkere ye ku ji bo aborî û  aramiyê ye; lê belê hilbijartina gelê kurd ê AKP’yê tenê ji bo aborî û aramiyê nîne.

Gelê kurd endamên AKP’yê beriya her tiştî rêzdarê baweriya Îslamê dibîne. Lewra van  kesan bi vê nêrînê wek birayê xwe dibîne. Zordarî û xedariya ku xwediyê sazumanê li vê partiyê dikin jî bêhtir dibe sedema nêzîkbûna wan a ji AKP’yê re. Ji ber ku kurd hemû mazluman nêzikê xwe dibînin.

Sedemeke din jî ev e ku AKP dibêje ez pirsgirêka kurd qebûl dikim û ez ê ji bo çareserkirina vê pirgirêkê bixebitim. Piraniya gelê kurd AKP’yê di gotinê xwe de  ji dil dibînin.

Bi nêrîna gelekî, sedema dereng mayîna çareseriyê ne AKP ye. Ji hemû pirsgirêkan xwediyê sazûmana fermî berpirsiyar e.

 Girîng e ku siyasetmedarên kurd jî, ji vê helwestê ders ji xwe re derxînên. Ji ber ku vê encamê hin gotin ji wan re jî aniye. Pêwiste ku ew jî vê hinareyê bibînin. Divê fêhm bikin  ku gelê kurd bi baweriyên xwe ve girêdayî ye û çûyîna li ser rêçên din napejirîne. Her çi qas dengê wan dernekeve jî gava ku fersendê bibînin dê bersivê bidin. Yek ji wan bersivan jî ev hilbijartin e.

Encamekî hilbijartinê jî ev e ku gelê kurd dibêje, em ji pevçûnên giran, ji xwînê û ji şerên bê dawî westiyan.

Bi rastî ji roja pêşî heta îro ev rewş bi vî rengî bû.  Bi piranî gelê kurd tu caran nexwestiye ku xwîn birije û kesên bêguneh zirarê bibînin.

Tu cara rê nedane kesên dijî bawerî û pîroziyan.

Dive êdî bê fêhmkirin ku bi van rêçên dûrî gelê kurd kesek nikare daxwaza mafên wan bike. Kesê ku bike jî dê piştgiriyeke qayîm ji gelê kurd nebîne.

Ji ber ku gelê kurd daxwaza rêzdariya bawerîyên xwe jî dikin. Tenê daxwaza mafên mirovan nakin.

Kesên vê rastiya gelê kurd fêhm neke, an jî nexwaze fêhm bike, mîna demên berê di pêşerojê de jî dê nekaribe cihek qayîm di nava gelê kurd de bigire.

Rastî ku mirov li ser encama vê hilbijartinê bifikire, tê ditin ku derseke mezin ji bo bawermendê kurd tê de heye.

Ev gel dibêje; ez hewceyî kesên mafxwaz û bawermend im. Ne tenê mafxwaz an jî bawermend. Kesê ku mafê min nexwaze ez lê ewle nabim. Çi qas bêje ez bawermend im jî kar nake. Disa dibêje, kesê ku baweriyên min fêhm neke, li pêşberî  baweriyên min ne rêzdar be ez li wî jî ewle nabim.

Divê ku bawermendên kurd vê mijarê bidin pêş. Xebatekî xwedî hêz bikin. Sazîyên ku li ser mijarê, li ser pirsgirêka kurd bisekinin lidarbixin.

Gelê kurd misilman e. Ne duh û ne îro xiyanet bi baweriyên xwe re û bi mafên xwe re nekiriye. Kesê li encama hilbijartina 22’ye Tirmehê binêre dê vê rastiyê bibîne.

Ev encam gaziya gel e. Di nava vê gaziyê de gelek gotin hene.

Kesê vê gazîyê bibihîze, pêwiste ku pê ve bibeze.

YAZIYA YORUM KAT