1. YAZARLAR

  2. BENGİN BOTİ

  3. Hemasa Kurdan
BENGİN BOTİ

BENGİN BOTİ

Yazarın Tüm Yazıları >

Hemasa Kurdan

19 Ocak 2008 Cumartesi 23:18A+A-

Hatîye fêhmê ku, gelê Kurd dev ji misilmantî ya xwe bernade. Ne duhî û ne îro misilmantî ya xwe bi şûn ve ne avêtîye û dê sibê ji dev ji bawerîya xwe bernede.

Pişti demekî dirêj Kurdên Misilman disa dest tavêjin pirsgirêka xwe. Xeletîyê xwe qebûl dikin û divin ji boyî çareserîyê ka çi di keve alîyê wan bi cih bînin. Bigumane  ku roj bi roj xebatên Misilmanan yên di vê rê de zêdetir bibin û hinek tevgerê legal ji derkevin holê. Ev gaveke gelek giringe. Hewceyê gelek pesna ye.

Lêbelê  xwiya dike ku yên ji vê rewşa pîroz nerehet ji hene. Ev kesan ku di axêvin Gotinên wan tevlîhev dibin. Nizanin  ka çawa buxtana li xebatên misilmanan bikin. Dema fersend dikeve destê wan, dev tavêjin xebatên İslamî. Hêvîyên xwe bi dijmintîya islamê ve girêdan e. Divin xeletî û ne rastiyên xwe bi reşkirina xebatên İslamî veşêrin.

Ev kesan dibêjin, qaşo  Tevgereka mina Hemasa Filistin’ê, ango “Hemas’a Kurdan” dê bi destê  Emerika û partiya pêşveçûn û dadmendîyê (AKP) ya Tirkiyê bê çêkirin û bi alikarîya wan dê pêş ve here.” Da ku xebata azadiya Kurd’an ji holê bê rakirin.

Raste ku sazumana Fermî dixwaze li ser navê ola îslamê xebatên Kurdan, daxwazên Kurdan pûç bike. Gelek caran ji bi vê rê gihaye armancên  xwe. Gelek civakên parêzker ango dibêjin “muhefezekar”, bi vî awayî hatine xapandin û ew bûne bend li pêşîya xebatên Kurdan. Ev civakan ji berê de hene û dê her demî ji hebin. Bi rasti roj bi roj xurttir ji dibin. Mirov dikare bêje ku Sazumana Fermî û yên mina AKP yê arikarîyê didin  van civakan û wan li dijî xebatên Kurdan ji xwere di şixulînên. Divêt newê ji bîr kirin ku ev civakan li pêşberî xebatên İslam’î ji tên şixulandîn.

Lêbelê hemû kes dizane ku ji bilî van civakan di nava Kurdan de gelek misilmanên hêja, yên dijberê sazumana fermî hene. Heke tevgereka mina Hemas’ê di nav Kurdan de peyda bibe, dê  ne bi destê dagir kiran û hevalbendên wan çê bibe. Ewê bi xiret û têkoşîna van Lehengên Misilman derkeve ser rûyê erdê. Ku hinek civakên Kurdan tevgera Hemasê ji xwere bikin minak jî, ev tişteka xweristî ye.

Ji ber ku Tevgera Hemasê Tevgereka  azad perwer e. Tevgereka ser bilind e. Dost û neyar hemû kes dizane ku ew, bûye hêvîya Gelê Filistînê. Bûye nişana têkoşîna azadîya Filistinîyan. Ji roja derketî holê û heta iro, tişteka ku serê Filistinîyan bi tewîne ne kiriye. Tu gavên ku nikaribe li duv here, ne avêtiye. Tu çalakîyên ne di rê de ne kiriye. Çi kiribe, ji boyî ku xebata azadîya gelê Filistînê pêşde bibe, kiriye.

Tevgera Hemasê, ne tenê Rûmeta Filistinî ya ne. Rûmeta hemû cengaweran û hemû azadperwerên Cihanê ye.

Bê guman mercên axa Kurdan û axa Filistinîyan ji hev cûdane. Heke ku Misilmanên Kurd Tevgerekî derxinên holê jî, divêt ne mîna  Hemasa  Filistinîyan be. Berî  her tiştî, divêt bê zanin ku xebata çekdarî ji Kurdan re  çareserîyê nayîne. Çekdarî li vê axê ji bilî, mexdûrîyetê  tu tiştî nahêle di şuna xwe de. Axa Kurdan, têr bûye ji xwinê. Eve serê çend salane, çi civakên derketî, ji bêhna barûdê û bêhna xwînê pê ve tu fêkî nedane.

Lê, heke ku hinek Misilmanê xwedî xiret û xwedî fêhm, ji bilî çekdarîyê, rêgez û xebatên Hemasê bidin pêşiya xwe, bi zanîn bi pêşda herin, ev gava pîroz dê bibe mizgînek nû ji gelê Kurd re. Ev xebat dê bibe sedema vekirina rupelek nû di diroka serhildana Kurdan de. Xebateka mîna Hemasê dê ne be sedema perçe bûna tevgerên Kurdan. Xebateka legal, xebateka li ser erdê, hemû gotin û daxwazê wê eşkere, dê pêşketinê bi xwere bîne.

Heke hinek misilmanên jîr xwe bidin pêş, bi rêkupêk dest bi xebatan bikin, ev tevger dê bibe sedema têkoşîneka bi wate. Dê hêvîyan ji nû ve geş bike.

Pirsgirêka Kurdan, li hêviya xebatên xwedî hiş û xwedî raman e. Eve çend sale , ne tenê ji destê dijminên xwe, ji destê tevgerên qaşo hevalbendê xwe ji gelek derb xwarî ye. Divêt rojek zû, ne dereng tevgereka bi rêkupêk derkeve holê. Vê  perçebûnê, vê tengezarîyê ji holê rake.

Pirsgirêk tu cara, evqas ne ketîye tengavê de. Ev dused sale kesekî ne karîye bi vi rengî bi Kurdan bi leyîze. Sedemê vê rewşê ne tenê sazumana fermîye. Kesên ku li ser navê havalbendîyê derketîne holê, lêbelê raman û nêrînên Kurdan ji wan re ne ewqas giringin, bi qasî sazumana fermî berpirsyarê vê rewşêne. Divêt rojek zû, ne dereng ev pirsgirêk ji nav destên wan bê rizgar kirin. Ev armanc bi qasî azadîya mezin giring e.

Heke tevgereka bi vî rengî derkeve ser rû yê erdê, bawerim ku  arikarên wê dê zehf bibin û roj bi roj dê pêşde here.

Heke rojekî Tevgereka mina Hemasê li nav axa Kurdan dest bi xebata azadiyê bike,  ev pêngav kêmasî nine. Ji bona me rûmet e. Emê  bi vê pêngavê serbilind bin.

Kesên ku bikevin bin bareki wusa de, hêjayê gelek pesn û rêzdarîyê ne.

YAZIYA YORUM KAT