Zivistana Dilê Min

BENGİN BOTİ

Zivistan e. Li  cihna berf û bagere, li cihna seqem e. Gelek mirov di sermayê de ne. Ne nivaneka wan heye û ne cihek heye ku bi bal ve herin. Di serma demsalê de di qefilin.

lêbelê , dizanim ku çiqas ev zivistan dijwar jî be, dê her rojekî dawi bibe. Kesên di tengezarîyê de, di bin bandora xizanîyê de, dê bi gihêjin bihara  xemilandî. Hûndurên hemû belengazan dê germ bibin. Şahîyên wan dê geş bibin.

Lê nizanim  dê kengi zivistana dilê min  dawî bibe. Dê kengê  germîya jiyanê di hûndurê min de hêlina xwe çêke.

Zivistana Dinya’ye, bi mihan tê hejmartin.  Li ser bûyerên ku di van mihan de derbasbuyîn, gelek çirok û efsane hatine çêkirin. Gelek sitran hatine gotin, gelek qêrînên van mihan bûne awaz û ketine nav perên dîrokê.

Li nizanim gelo dê kengê, dengê hawarên dilê min  bên bihistin, kengê xem û xiyalin min, dê bibin awaz û ji hûndurê min derkevin.

Zivistan e. Ewrên reş, li ser bajaran digerin. Hemû mirov bi hêvîya dilopên rehmê li ewra di nêrin. Cotkar û karker, bajarî û gundî tev li benda bar danîna van ewra ne. De ji nû ve şin bibe rûyê erdê. De çem û kanî tije bibin û bi coşek mezin bi herikin.   

Lê belê kiyê ji min re bêje, gelo ewrên di hundurê min de dibezin dê kengê barê xwe danin. Dê kengê ji nu ve hêşîn bibin hêvîyên hezarsalî, kengê bi gihêm coşên dayimî.

 Dê kengê bi herikim bi ser kulên qelişî ve.

Dizanim ku  zivistan zehmete, tengavîye, bêgavîye. Nexweşketina kal û zarokan, bê derfet ketina mezinan e.

Dizanim ku zivistan, kirasê li ser neyinîyan di rake, belengazîya bêkesan derdixe ser rûyê erdê.  Ji ber vê yekê ji,   xizanên bi rûmet ji zivistanan ne razîne. Na xwazin ku zivistan bi ser wan de bêt. Di biharan de, di Germa havinê de hestiyên xwe, çermê laşê xwe didin ber tavê û xwe germ dikin. Heta dema zivistanê bêhna xwe li germîyê derdixin.

 Lê gelo ev dilê hejar, dilê xemgin û belengaz dê çi bike. Ji sermayên ku di hûndur de hêlîn çêkirî, dê çawa xilas bibe.

Nizanim gelo ev melûlî dê kengê bê veguhestin bi bal şahîyê ve.

Çi tavîya heyî, bi ser vi dilê bê cil û berg ve têt. Tu dibe qey ricifa hemu dinyayê ketiye vî hûndurî de. Ew qas di lerize, Mina çiqilekî nîv şikesti û di nêva bahoze de mayî, di heje, di çe û tê.

Ya ku ev dîl tê de, ne nexweşîye ke, an ji  birîne ke,  ku bêt derman kirin.  

Hema di ricife, hema di cemide, di nav xwede di qerise. Ne agir lê kar dike, ne Germa havînê an ji şahî û dilanên li hawirdor, Rûyê wî geş dike..

Her dem di qefile, her dem di heje.  

Evî dilî gelek biharên derewin dîtin, gelek caran hate xapandin bi beşişandinên sexte.

Evî dilê jar û xemgîn gelek pêlên giran di ser xwere avêtin, gelek buyerên  jahrî daqurtandin.

Demên berê ne bi vi rengî bu, ne ev qas di ricifî. Demeki dirêj hemu dil mina xwe dizanî. Ne Kenê mirovan, derewîn di dît, ne giriyên wan. Heta ku rojekî, di kulanê jiyanê de, di bin tengazarîyê û neçarîyê de  ew û rûyên mirovan li hev rast hatin, çawa ku çavên wan ketin pêşber hev, ma behitî. Di cihê xwe de hişk bû. Ji rastîya rûyên qirêj, ji durûtîyê, ji nerastîyê ma cemidî.

 Dît ku Rûyê rastîyê cemidî ye. Hinav û dilan  di cemidîne. Mirovî  ji jiyana germ dûr dike. Tirsa sermayê dixe nav hinavan .

Gava ku bi xwe hesa, li rewşa xwe nihêrî, dît ku  di nava xwe de hatiye qeyd kirin. Tu mefer di destan de ne mayine. Roj ber bi êvarê ve diçe.

Serma rastîyê singê xwe di nav de çikand.

 Ji wê rojê û heta îro gav bi gav bêhtir di cemide, hişk dibe. Di ricife.

Zivistan e. Di hemu demsalande zivistan e. Di biharê de ji, di havînê de ji zivistan e. Zivistana vi dilî ne rojane ye, di hemu dem û hemu rewşande ye. Zivistana dilan ne mina zivistana demsalê ye.  Dema cih ji xwere vekir nema bi şunde here.

Disa ji bi hêvî me. Li benda rojên germ im. Rojên ku vî dilî û  van dilan ji zivistanê derxinin. Hemu demên salê li me bikin bihar. Heke jiyana  me têrê neke ji, disa dixwazim hêvidar bim. 

Ji ber ku dizanim roja hêvî bi mire,  mirov ji pêre di mire.

 Jiyana bê hêvî ne tu jiyane. Mina  jiyana mihane.