1. YAZARLAR

  2. Bengin Boti

  3. Ziman, Rûmetên Mirovatiyê Ne
Bengin Boti

Bengin Boti

Yazarın Tüm Yazıları >

Ziman, Rûmetên Mirovatiyê Ne

A+A-

Ziman, nişana heyînê ye.

Zimanê civake kê xwe buna wê ye . civaka zimanê wê ne bê kesitîya wê nine. Heyina wê dûmahîya civakên  di ye, Siya kesên di ye.

Bi vê nêrinê hemu ziman rumetên mirovatiyê ne. Tacên serê mirovan e. Şunde mayina zimaneki, şunde mayina mirovatiyê ye.

 Ku ziman bi rengek i xweşik, bi dengek i zelal  u şêrîn ne we pêk anin, Ra yên mirovati yê kûr cîh na girin. Mirovatî nikare li kevneşopên xwe yên taybet xwedi derkeve. Di dirokê de hemû civakan serpihatiyên xwe, sitran, xewn û  ceribandinên xwe, bi zimanê xwe yê dewlemend  parastine,û gihandine neviyên xwe.

Ji ber ku nivîs demeke dereng belav bû ye , di serî de hemû wêje, bi devkî pêk hatine. heta demên nêzik ji ev rewş bi vi awayi berdewam bu ye.

Mîna  hemû gelan, Kurdan ji demeke dirêj wêje ya xwe, bi devkî pêk ani ye. Wêje ya wan, ya devkî gelek qaim bû ye û pêş keti ye.  Mirov dikare bê je ketiya nava vêjeyên sereke yên devkî.

Lê belê piştî nivisandin u xwendin pêş ket, wêje ya Kurdan  li hember wêjeyên di şun de ma.ji ber ku , li hemû herêmên dinya yê pirbûn û belav bûna dibistana, Wêjeya nivisandi pêşdebir. Lê mixabin, Li hemu parçên Kurdistan’ê dibistan, ne bi zimanê Kurdi û pişti demeke dirêj  hatine vekirin. Ya xirabtir, li gellek herêma Kurdi hate qedexekirin. Balkêşe ku; nemaze li der û dora dibistana axaftina Kurdi mina gunehek mezin hate dîtin.

Zarokên Kurdan beri ku fêri xwendin û nivisandinê bibin, mecbûr man e ku fêri zimanê serdesta bibin. Bi vê re ji, roj bi roj, gav bi gav ji çanda xwe, çirok û helbestên xwe, ji sitran û  serpihatiyên bav û kalên xwe dûr ketin e. Ji  ra yên ku  ji hezar salan ve stûr bû ne û gihane ber kemalê, qut bû ne. Mina  çiqil ê di nava avê de geh bi vir ve çû ne , geh bi alî yê dî ve.

Demeke dirêj, keseki derfet ne dit ku bi Kurdî bixwine, an ji binivise. Çiqas ku hinek xebatên kesane çê bûbin ji, veşartî ma ne û piraniya gel, nekari ye ji va xebata istifade bike.

Pêş de çûna teknoloji yê û zêde bûna navgînên ragihandinê, serdestî li serdesta kiri ye,derfetên xebata nivis û xwendina Kurdî zê de kiri ye.Li hemû parçên ku Kurd lê dijîn, pirtukên Kurdî tên nivisandin, Rewşenbirên xwedî berpirsyarî, ramanê xwe bi Kurdî tîn ên ser ziman.

Lê bi rasti, ev xebat hêji negihane sinorekî ku mirov bikare bêje valahîya holê  tijî di kê.

Nemaze li bakur, xwendin û nivîsandina Kurdî, gelekî şund e ma ye. Di nav  bawermendên Kurd de ev rewş  hê xirabtire. Ne xwendin û nivisandin tenê, bi pirani axaftina Kurdi ji bi şunde avêtine.Heger mirov hinek xebatên piçuk cuda bikê, tê dîtin ku di nav bawermendên Kurd’de nivis û xwendina Kurdî gelekî kêm ma ye.

Bi rastî dûr ketina vê civakê ya ji nivîs u xwendina zimanê xwe,  tişteki gelek balkeş û ecêbe. Weke ku tê zanîn jî,  bingeha nivisa Kurdî, xwendin û şirove kirina Kurdî di medreseyên İslami yên Kurdistanê’de hatîye danin. Xebatên wêjeya Kurdî, di serî de ji medresan despêkirine. Heta ku medrese hatine qedexekirin ji, ev rewş berdewam bû ye.

Lê mixabin ku mirov li vê  rojê dinêre, tê ditên ku  dengekî  bi Kurdî, dengekî ku hêza xwe ji dewlemendî ya gotin û ramanên  zanyarên Kurd standî, di nav Kurdan de xwe nîşan  na dê. piranîya  bawermendên Kurd, ji nêrin, gotin, xebat û têkoşînên misilmanên Kurd, yê di dirokê de hatine û çûne, dûrin. Haya wa ji çanda  Kurdi, ya bi rengê İslamî pêk hati, nîne.

Ev kes bi gotin û biwêjên Tirk’î berê xwe didin Kurdan. Bi nêrinên ku  bi haveynê çanda Tirki meyine, di meyzênin pirsgirêkên gelê xwe. Ji ber ku, bive neve ji piçûktayiya xwe û pê ve li  van tişta fêr dibin. Di fêrgehên “İslamî” de ji, va gotina  di bihîzin,

Hate dîtin ku, Xebatê bi vi rengî, nêrinê bi vî awayi ne çareserî kî tine ji boyî Kurdan, ne ji têkoşîneka ku hêza xwe ji nêrinên İslamî standî ye , pêk tine.

Dive bê zanîn , xebatên ku Kurdan, ziman û çanda wan, êş û pirsgirêkên wan nedin berçavan, di nava Kurdan de pêş ve naçin.

Kesên bivên di nava gelê Kurd’de  xwe bidin pejirandin, dive  ramanên xwe, nêrinên xwe, çand û hunerên xwe, bi Kurdî binên ziman. Divê bidin nişan ku heyîna Kurdî, dewlemendîya çanda Kurdî, ji boyî wan ji giring e.

Ji ber vê yekî divê di serî de xwendin û nivîsa Kurdî li nav van kesan  belav bibe. Giringe   bi taybet, bavermendên kurd, , vî karî pêk binên. Çiqas bizor be jî, divê  xwe bidin ber vî barî. Jiber ku , pêşeroja  gelê Kurd, pêşeroja xebata İslamî ya di nava Kurdan de, bi vê yekê ve girêdayi ye.

Kurd, îro agahdarê mafê xwene. Kesek nikare êdi wa bi gotinan  mijûl bi kê.

Dive bê zanin ku  Kurd, têr bune ji  biratiyeka liser ziman qedexekirinê, li ser asimilasyonê, liser, koçberkirinê ava dibe.

Îro Kurd dizanên ku zimanê wan, çanda wan, serpêhatiyên bav û kalên wan newin parastin, bi dilek paqij newin pejirandin, biratî nayê tê wateyî.

Ev gel, westayê êş û tevkujiyên sedsalaye. Ev psikolojî heye ku xeletiya bi wa bide kirin. Pêwiste  bi fêhm kirinê, arikariya wan bê kirin, de ji xeletiyan dûr bikevin, di xeletiyan de winda nebin.

Kesên xwedî raman, xwedî gotin, xwedî hêz û zanîn ku li vê mijarê xwedî dernekevin, di demek kurt de wê pirsgirêk geleki mezin bibe. Ji ber ku kesên bi xewnê Kurdan bileyizên, hêvi û bêriyên Kurdan ji boyî armancên xwe bişixulînên, gelekin.

Ku rastiya mijarê ji aliyê bawermenda ve newê pejirandin, sibê wê mafê keseki nebe ku  li ser mijarê şiroveki bi ke. Mafê kesekî dê ne be ku çêtirdîtinên Kurdan rexne bike. Ji boyî pêşanîya, wan gunehkar bike.

YAZIYA YORUM KAT