1. YAZARLAR

  2. Bengin Boti

  3. Nêrînên Zelal, Destpêkên Çareserîyê Ne
Bengin Boti

Bengin Boti

Yazarın Tüm Yazıları >

Nêrînên Zelal, Destpêkên Çareserîyê Ne

A+A-

Astengên  mezin yê li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdan, ne tenê nêrînên fermî ne. Serguhan re avêtin, hiştina bi hêviya kesên di ve, ji bir kirin, yek bi yek bûne asteng û li pêşiya çareseriyê sekini ne. Nehêliştine ku, gaveki bê pêşde here. 

Komên ku ji boyî armancên dî, pirsgirêk ji xwere kirine pêlik, rast û çepên nêt xirab, rewşenbîrên qure, sûdparêzên ji hundur, yek bi yek bune çiya lê pêşiya çareseriyê.

Xiyanetî, zikreşî, her wexti, bûye sedema şikestina hêvîyan. Hêviyên ku bi xwêdana salan hatine avdan..

Çi sazî û komên heyi, heta demeki , hewceyî û daxwazê Kurdan didin  pêş. Hêzê wan , hêviyên wan ji boyî xwe bikartinên. Gava ku nêzikî armancên xwe dibin, ji ber ku tu hewceyîyên wan bi Kurdan namine, hemû  gotinên xwe ji bîr dikin û disa wan dihêlin di nava rewşa xirab de. Ev sazî yê ku behsa wan tê kirin, her yek ji wa xwediyê nêrin û ramanên cûda cûdane. Lê mixabin, di derbarê Kurdan de ramanên wan, nêrin û bizavên wan dibin yek. Di sedsala derbasbûyî de ,  komelên çep û rast, li ser navê azadîyê , an jî aştîyê û biratiyê geleki dilê Kurdan êşandin. Pirsgirêkên Kurdan, êş û tengasîyên  wan, di destê kes û komên  cûda cûda de kirin leyistok . 

 Kî hatî ye, ji bilî şikestinê, xwîn û tevkujîyê tu tişt nehêliştiye li paş xwe

 Heta ku ev  asteng hemû newin nîşan kirin û ji holê newin rakirin, li pêşber sazûmana fermî qet pêşveçun çênabin. Ji boyî  çareserîyê tu mefer bi dest nakevin.

Ji boyî nêrinên paqij û xwemal , ji boyî raman bêtirs bên ziman, divê beri her tiştî, sazîyên Kurdan, ji bin sîha çekan derkevin. Eve dused sale, di dawiya  hemu  Têkoşînên   çekdarî de, qir dibin, di hilweşin û ji holê dirabin. Mafên di dest de  mayin ji , ji destê wan  diçin

Hatiye xwiya kirin ku têkoşîna çekdarî ne çareseri ye. Rewşa herêmê, ji boyî şerê germ  ne rewa ye. Peqandina çekan,, Rastî û xeletîyan  tevilhev dike. Rastîya gelên navenda rojhilat, rê nadê têkoşîneka bi vi awayi.  Rikdarîya li ser  çekdarîyê, hê  bêhtir pirsgirêkê kûr dik e. Di bê sedema koçberîyên nû, xizaniyên nû. Mexdûr û bêçareya zêde dike.

Weke ku tê zanin, piştî şerê dawiyê , gelek Kurd koçber bûne. Ji axa bav  û kalan qut bûne. Li serbajaran (metropol), rastî gelek tengasiyan hatine. Nekarine li xwe, zarokên xwe û kevneşopiyên xwe xwedi derkevin. Ya  ku sazîya fermî ne kari pêk bine; bi vi awayî hê zûtir pêk hati ye. Kurd bi şeklekî, gelek xirab, ji heyîna xwe dûr ketin e. Tiştên bi kotekî yê,   bi zılm û zordarî yê pêk nehatî, bi xizani yê, bi bêçareti yê ,hê hêsani pêk hatine. Her koçberek, Li serbajaran bû ye pirsgirêkek nû.

 Di  bin dengê çekan de, nêrinên erênî ,  ramanên cihê dernakevin holê. Ramanên serbest, belav nabin. Ji boyî pêşerojê tu kar nayên kirin. Di dema siyaseta giran de, bîryarên ferzane nayin danîn.

Bêguman mafê Kurdan, yê xwe parastinê hene. Ev maf , tu gengeşîyê ji liser xwe qebûl nake.  Lê belê ev, nayê wê wateyê ku  hevceye di hemû despêkan de dest bavêjin çekan. Mina ku tê ditin ji; Çek , ne kesên li pêşber tenê dikujin. Bi  teqina çekan re, gelek kesên bêguneh tên kuştin, an birindar dibin . Gelek heyînên hêja,  bi hevre winda dibin.  

Maf teslim kirin û perêstin ji hev cûdan e. Pêwiste ku ev rewş bê  rexne kirin. Xwe rexne nekirin, winda bûne. Bin ketine. Pêwiste ku  derîkek  ji boyî derketinê bê peyda kirin. Ji ber vê yekê ji, dive ji dîrokê fêre bên girtin.

Pirsgirêk, îro li qonaxeka giring e. Pişti gelek, tengasîyan, gelek zordarî û xedarîyan, xwe gihandi ye sinorekê balkêş. Heyîna  xwe, navê xwe daye pejirandin. Her roja diçê , mijar xwe bêhtir têxe nava jiyana mirovan.  Ji vir û pê de, divê hemû alî û xwedî hêz , nêrinên xwe eşkere bikin. Rawestandina  xwe bidin nişan.

Di vê pêvajoyê de pirsgirêk hewceyî kesên gêhiştî ye. Kesên ku; ji boyî çareseriyeka mayînde bi xebitin.  Xebateka ku dadmendîyê dane navenda xwe. Ev berpirsyarî ji; beri hemû kesi ya bawermendên Kurd e.

Gelê  Kurd, kevneşopiyên xwe bi rengê islamê li hev ani ye, bêriyên xwe, hêviyên xwe bi  ava islamê şuştiyê.  Piranîya Kurdan amade ne ji boyî xebateka ku bêhna İslamê jê were.

Divêt bawermendên Kurd, beri hemû kesan xwe bidin pêş. Zanînên xwe, derfetên xwe ji boyî çareserkirineka dadmendî pêşkêş bikin. Ji boyî vê ji, dive di derbarê mijarê de tu şik di  serê wan de neminên. Ew şikên ku  ji nêrinên fermî gihane wan. Ew bi van nêrinan rewşa xwe geleki giran dikin. Ê di  Kurd bûna xwe , bindestî û rewşxirabiya xwe , serguhan re di avêjin.    

Xwedî derketina pirsgirêkê, ne xeleti ye. Daxwaziya mafên xwe, ne nijadperestî ye. Kesên mafxwazî û wekhevî xwazi ya Kurdan  weke  nijadperestî bibinin , ne nêt paqijên. Nêrinên wan, ne safî ne. Kurd,  ne  mecburên ku li ba wan kesan xwe bidin pejirandin.

Têkoşîna kesên bindest, kesên hatîn dilxavî kirin,  bizaveka  bi wate ye. Dive pişt bê girtin.  Daxwaza mafên  alemgiştî , ji boyî hemu kesî pêwiste. Ji ber vê yekê ji dive xeletî newin carî kirin. Kurd di tenêtiya xwede neminên.  Dive  ku hemû kes bi qasi derfetên xwe,  arikarîyan pêşkêş bikin. Kesên ku iddiaya biratiyê dikin , xwe bidin pêş. Dilsozîya  xwe bidin nişan.

Pirsgirêka Kurd û kurdistanê, li bendî çareseriyê ye. Her roja derbas dibe, birînên mezintir têne vekirin. Kesên nebin arikar ji derman kirinê re, Bivin  nevin arikarên kûr kirina birinan e

YAZIYA YORUM KAT