1. YAZARLAR

  2. Bengin Boti

  3. Jiyana Rojane
Bengin Boti

Bengin Boti

Yazarın Tüm Yazıları >

Jiyana Rojane

A+A-

Jiyan gelek germ derbas dibe. Gelek belbele û tevilhevî dikevin nav hev. Mirovatî ketîye rê û ji bona xwezîyên xwe ê bê sînor, çav diberde nav hemû heyînan. Daxwazîka bê rûmet, bê wîjdan û bê dilovanî bilind dibe li ser dilê mirovatîyê. Exlaqê cihûyan derbasî ser dilê piranîya mirovan bûye. Dikarin jibona daxwazên xwe ji bilî xwe, hemû heyînan bişewitînin. Hemû kedan berhewa bikin. Hemû pîrozîyan, bêxin bin lingan.

Ku kesek bikaribe ji nav vê belbeleyê derkeve û li rewşa mirovan binêre bêguman wê bimîne şaş. Wê bitirse ji vê rewşê. Wê xwe bi parêze Xudayê mezin.

Bê guman mirov gelek çav tarîne li pêşber daxwazên xwe. Gava ku dîtin armancên wan yên kêmbiha ketin tengasîyê de, te hew dît ku li der û dora xwe gengeşî derxistin. Te hew dît ku Zirar dan kes û nebatên dora xwe. Zirar dan hêşînayî û sewalan. Te hew dît ku nema guh bidin tu kilamên qedîm. Gotinên pîroz, şîretên zaneyan û fêrmendan.

Çav birçîtî li hemû gavên jiyana mirov xwe dide pêş. Xîyalên gerdûnî dinav lepên kesên nezan de tên şikandin. Xebatên salan, ji bona çend tiştên kêmbiha gorî dibin.

Gelek kesên ku qaşo zanyar, xwedî raman û xwedî xîyalên germ te hew dît ku razîyê tiştên kêmbiha bûne.

Her roja ku derbas dibe, dilovanî, ji dilî, hevalbendî, fedakarî kêm dibe. Bawerîya kesekî li kesekê dî naye. Hemû jiyana rojane ketîye ser menfîeta qurûş û pereyan. Kesek bîra heyînên mezin nabe. Kesek naxwaze ji bona raman û nêrînên mezin dest ji kar û xebatên xwe, dest ji kêf û şahîyên xwe berde. Jiyan gelek erzan bûye. Gelek sivik û nizim bûye.

Hinek mirov hene tu li bala wan dinêrî, li gotin û pesnên wan dinêrî tu dibêjî qey xwedîyê raman û nêrînên gelek hêja û giranbiha ne. Carna hêvîyên te bi rewşa wan bilind dibin. Tu dibêjî qey ew kesên ku tu li benda wanî, ewin. Ewin ê ku bibin arîkar ji hemû xîyalên te re. Ewin ê ku te û hemû mirovatîyê ji vê rewşa xirab derxînên û we pêşve bibin.

   Lê belê tiştekî gelek ecêbe ku gava dikevin nava jiyana rojane de, ew mirov dibin kesên dî. Mirov wana nas nake. Tû dibêje qey ew ne ew mirovên ku berî hingê ewqas pesnên xwe didan. Ne ewên ku gelek gotinên  mezin digotin, gelek hêvîyên mezin tanîn ziman.

 Disa hun li xîyalên xwe vedigerin. Dibe ku hun û xîyalên xwe bi şûn ve jî bikevin. Hêvîyên we bên şikandin. Dilê we biqermiçe. Dibe ku hun bikevin bin bandoreka xirab de. Dilê we ji jiyanê bi xele. Jiyana ku herdem dilê we di êşîne. We tenê dihêle di vê rewşa xirab de.

Wê çaxê, hun xwe di nav jiyana kembax de tenê dibînin. Mina çiqileka di nav aveka bicoş de, bi vî alî û bi alîyê dîve diçin.

Carna jî dibin leyîstok dinav lepên kesên kêmbiha de. Bi raman û nêrînên we dikenin. We û nêrînên we piçûk dibînin. We paşverû dibînin. Bi şûnde mayî û nezan dibînin. Gotinên we ê qîmetbiha, ramanên we ê balkêş, bala kesekî nakişînin. Ji ber ku hûn li ser jiyaneka bi rûmet, xwedî  rêgez disekinin. Behsa ji dilîyê û dilovanîyê dikin. Behsa wekhevî û serfirazîyê dikin.  

Jiyana mirovatîyê di rewşeka germ, lê bê buha de derbas dibe. Jiyana mirovan li pey gelek tiştên bê buha diqede. Dadmendî, zîrektî, merdîtî gelek caran tê cezakirin. Piranîya mirovan li pey zirtekên bê fêhm jiyana xwe winda dikin.

Gelek mirovên hêja û jîr li pey kesên bê qîmet  jiyana xwe dikin xusar û nav perên dîrokê de winda dibin. Mêranî, pesn û mezintî dimîne ji kesên ne hêja re. Gelek gul û sosin di rêça stiryan de hişk dibin. Gelek leheng dibin cangorîyê rêça qirêjîyan û gemariyan.

Jiyana rojane dibin bandora kedxwaran û zordaran de di fetise.  Ji alîkî ve kedxwar û zordaran çav berdane ser jiyana mirovan, ji alîyên dive ji mirov bixwe jiyana xwe, heyînên xwe pêşkêşî wan dikin. 

Jiyana  mirovatîyê hewceyê nêrînek nû ye. Hewceyê ramanên cuda ye. Divêt rojek zû ne dereng kesên rêber, kesên xwedî raman, xwedî hêvî û hestên germ, xwe bidin pêş. Da ku mirovatî ji bin bandora kesên ne hêja, ramanên qirêj, kedên bê kar derkeve. Da ku di pêşerojê de xwina kesekî ji bona kedxwar û zordaran nerije. Da ku hêvîyên kesekî bi avêde neçin.

Ez bi xwe bi hêvî me. Hêvîya min heye ku wê kesên xwedî karûbar  xwe bidin pêş. Dixwazim vê hêvîya xwe bi parêzim. Dixwazim fêkîyê vê hêvîyê bibînim. Ku ev hêvî jî nemîne, em hemûyên rojekî ber vê pêla qirêj bikevin. Dê wê çaxê kesek nebe ku li halê me bipirse. Dê kesek nebê ku axînekê jî li ser me bikşîne. Divêt em hemû ser vê rewşê bifikirin.

bengin_boti@hotmail.com

YAZIYA YORUM KAT

16 Yorum