1. YAZARLAR

  2. Bengin Boti

  3. Heta Kengê?
Bengin Boti

Bengin Boti

Yazarın Tüm Yazıları >

Heta Kengê?

A+A-

Bila ji dêl  we ve, xelk bi axêvin.

Xelk ji dêl we ve, bi fikirên. Hewce nîne kû hûn ji cihên xwe ên germ û xwedî nav rabin.

Hewce nake kû hûn qet xwe bi êşînên. Hema çawe be ji, her rojeki ev dewran dê bê guherîn.

Dê her rojeki xwedîyên nanên germ, li we bên rehmê û gezek nanê xwe bidin we.

Çiqas ku ew nanê di destê wan de, ê we jî be, tiştek nabe. Ma çi ferqa we û wan heye. Bila  bixun. Ji wan re noşî can be. Hûn birçî bi mînên ji xem nake. Dê her rojekî hûnê ji têr bibin. Xwe qet ne êşînên.

Bila ew, di raman, xebat û zanînê de pêş bikev in. Çand , hûner, wêje bi destên wan diyarî mirovantîyê bibin. Hûn li kû û pêşde birin a zaninê li kû.

Ji xwe dijminên we jî, di bêjin hûn nikarin tu tiştê qenc pêk bînên. Hûn nikarên, kêr xwe werin. Xwe ji çi kêmasiyan xilas bikin.

Nebe ku hûn wan şermezar bikin. Nêrînên  ku bi sedsalan hatine têkûz kirin, bi herifînên.

Mina hercar pesnê xwe bi mêranîyên bav û kalan bidin. Xwe bi navdarî ya xweşmêran bidin naskirin.

Ma ne hûnên ê kû bav û kalên wan, ligel ewqas bê meferîyên xwe jî, bêhn li dijminan di çikandin. Herdem behsa jêhatî bûna bav û kalên xwe bikin. Bi ser ve zêde bikin. Yeki bikin hezar. Qet, bê serîtî û bê bernametî ya bav û kalan ne inên bira xwe. Ev yek ne ewqasî giring e. Li ser xeletîyên wan nesekinin, hema her car, wan pîroz bikin. Li  şopa wan herin. Serpêhatîyên wan, bê şirove ji hev re bêjin.  

Lê nebe ku hûn, mêranîyên rijî bikin. Dem ne dema dînîtîyê ye. Dê her rojekî mirovin rabin û ji dêl we ve, xebatên giran bikin. Heta wê rojê bi tebitin. Roj zû derbas dibin. Zordestî ya liser serê we, dê her rojekî dawî bi be.

 Ma hema  heta qiyametê hûnê di vê rewşê de bin. Dê her rojekî nîrên jiyanê bi kevin destên we ji. Wê çaxê hûn dikarin hemû daxwazên xwe pêk binên.

Lê belê îro li kêf û şahîya xwe bi nêrin. Herin ser karê xwe. Dev ji tiştên pûç berdin.  

Bila  xebera we ji hemû serpêhatîyê cihanê he be. Bizanibin ka li kudera cihanê çi qewimîye. Kî li kûderê, çê ji kî kirî ye. Kî zordarî li kî kirî ye. Di cihda pê bi hesin. Li hemû ne heqîyan naletê bînên. Li ser hemû bindestan bigrîn. Ji wan re hêvîya serkeftinê bikin. Ku bêhna we fereh ne be, bixwe herin hawara wan. Hemû derfetên xwe ji boyî wan pêşkêş bikin.

Lê belê nebe ku hûn li ser rewşa xwe bi fikirên. Nebe ku hûn, xwe jî, mina mirovên  cihanê bibînên.

Na! Hûn ne mina kesekî ne. Serpêhatîyên we ne giringên. Ê kesên dî giringên. Ê xelkê hemûyan ji yên we giringtir û pîroz tirin.

Li ser rewşa hemû mirovan bi fikirin, li ser jiyana wan bi xebitin. Ya giring ew e, ku ji bona kesên dî hûn xwe bi êşînên. Ya pîroz ji ew e. Mêranî ji ew e.

Qet  behsa xwe nekin. Ma ne şerm e hûn xwe jî, binên holê. Rawestin niha mirovên dî jî, dê behsa we bikin. Hinekê biyanî dê li ser pirsgirêkên we bisekinin. Tu xeman nexwin. Zû ne dereng, dê çarekî ji we re bi bînin.

Jiyana rojane, tevilhev e. Gelek tişt hen e, ku mirov tê nagih e. Gelek tişt hen e, ne mina dîtina mirovî ne. Vê  gotinê u gelek gotinên dî, ji xwe re bikin hêncet. Nebe ku hûn,  guh bidin gotinê kesên ku divin we şiyar bikin.

Bixwin… Vexwin... Bi lezînên... Nebe ku qet fersendek ji destê we derkev e. Îro he ye û dibe sibê ne be. Roj roja xwarinê û rehetîyê ye. Nebe ku hûn Rehetîya kesane, bidin bi rehetîya civakî.

Dibe ku hinek li dora we behsa, nerazîbûnê bikin. Nebe ku hûn guh bidin wan. Xûdê zanê ka armanca wan çi ye. Heye ku çav berdabin ser derfetên we. Haya we jê hebe ku dest ne avêjin kârên we. Parîyê di devê we de nebe çend perçe. Ma qey ne we bi destê xwe ew kâr kiri ye. Tu kes nikarê ku çav berde ser wî parîyê we. Her ew parîyên mezin ên ku  xelkê ji destê we derxistî, çuyî ne.  Dev ji wan berdin. Lê  nebe ku hûn bihêlin kesên ji nav malê, dest bavêjin yên di destên we de mayîn.

Bila serok û rêberên we hebin. Mina hemû mirovên cihanê. Lê bila ê we di her şert û mercan de pîroz bin, ku xeletîyan ji bikin, ku ji rê ji derkevin. Ku xiyanetê jî bikin, Disa ji Serok û Rêber bin. Qet wa ji ser wî textê bilind ne înên xwarê. Her dem ji boyî wa bi xebitîn. Ma ne ji xwe jî ew,  ji dêl we ve di fikîrin. Ji dêl we ve kêfa xwe dikin. Ku  hûn jî, ji dêl wan ve êşa bi kişênin, dê çi bibe.

Li civatan rûnên, pesnê xwe bidin. Bêjin em mêrê bi sed mêrî ne.

 Mêranîya xwe jî, li hev bi ceribînên. Li pêşber hev, mina gurên har bin. Qet li hev ne bûrin.  

Li  hev werin xezebê. Ya nemayê binên serê hev. Çi hêrsa bi were mayî li hev bi ceribînên. Nebe ku hûn, li pêşberî hev, nerm bibin.

Nebe ku hûn hevdû fêhm bikin û hêzin xwe bighînên hev. Haya we ji we, hebe. Guh ne din hev. Hêza kesane ya we, besî we ye. Ma çima hûnê xwe hewceyê hêzê kesên dî bikin.

Ji hêz komkirinan bi tirsên. Ji ber ku ev rewş dê bibe  sedema tirsa ketxwaran. Nebe kû hûn bibin şirîkê vê tiştê. Heye ku ketxwar li we werin xezebê.

Ya baş ewe ku hûn rûnên û pir kûr bi fikirên. Ku we dît hinek kesê biyanî ,we ji ber vê rewşê rexne dikin. Wê çaxê, ji  gotînên giran şerm nekin. Xwe wek e mirovên, serbestî xwaz û  mirovên dilsoz bidin naskirin.

Qet sor nebin.

Şerm nekin.

Ji xwe fedî nekin.

Ev rewş gelekî li we tê. Ku li we ne hati ba, heta vê rojê hûn ê ne di vî halî de ban.

Bi vî rengî berdewam bin. Dê ka heta kengê ji we re wusa bi qed e.

Ka  heta kengê hûnê bixwin vî nanê jehr kirî

Hê çiqasê dî, hûnê ji vê bê dengî yê sûd bigrin.

Ez ji mereq dikim .

Gelo Heta kengê?

bengin_boti@hotmail.com

YAZIYA YORUM KAT

5 Yorum