1. YAZARLAR

  2. Bengin Boti

  3. Hestên Zarokî
Bengin Boti

Bengin Boti

Yazarın Tüm Yazıları >

Hestên Zarokî

A+A-

Ez zarok bûm. Hê xewnên me bi berika ne hatibun birîn. Şevên tarî, tirs û êşa xwe, tengasî û tenêtîya xwe ne berda bû ser dilê me. Barana biharê bi şeq şeq û lezgînî ya  xwe di barî.

Zarok bûm.  Min digo qey, rojên xweş, rojên bi serfrazî û bi aşitî gelek nêzîkin. Emê mina gotinên di çîrokên dîrokî de, bi hev re bi meşin. Govendan ji nûve li darxin. Helbestên şoreşî bi hev re bêjin.  Biratî, dê  birengek xweşik xwe bide pêş.

Xiyalên min hebûn, ji boyî pêşerojê. Xiyalên pak û xemili.

Min nezanî bû ku; her dilekî xwezika xwe heye û li ba wî ew xwezik ji hemû pîrozî ya girantire.

Min digo qey, hemû kes dil paqijin, dilsozên, ji dilin….

Weki min goti, ez hê zarok bûm, xeşim bûm. Nezan bûm.

Lê mixabin zû mezin bûm. Rêç û rêbar zû li ber min qut bûn. Xiyalên min man nîvi. Ya min dîtî; Lewitî bû hemû dinya. Nema bû  dilsozî û hevalbendîya ji dil.

Mina masîyê ji avê dûrketi, mame li holê. Behitîm ji vê rewşê.

Ez mezin bûm û ji bilî tarîti, xezeb û dexesîyê, ji bili dijminî û çavnebarîyê  tu tişt xwiya ne dikir.

Di destpêkê de min ev rastî ne dîti bû. Çavên min hûrik, dilê min mezin bû. Lê ku gav bi gav ez mezin bûm, Pê re, dîtina min hat guhartin.  Rastiya jiyanê tevi hemû heyina xwe kete ber çavên min. Wê çaxê jî, dilê min qet qet bû.  Hêviyên min, ketin tengasiyê de. Xewnê min bûn kabîs.

Min digo qey,  zû mezin nabim. Xewnên min, xiyalên min,  naminên nivî.

Rasti min digo qey mezin ji hemû mina piçukane. Ji ber ku  piçuk hemû pak bûn, dil birehm bûn, di bedenên wan yên piçûk de xewnên mezin hebûn. Divî  bu mezin ji mina piçûkan ban. Qet tu gumana rewşên cihê tune bû.

 Gava ku bi xwe hesiyam, min li dora xwe nêri. Deng ne mina dengê berê dihatin min. Ken û girî ne ji dil bûn. Hate fêhmê ku dereng ma bûm. Çerx hatibû guhertin. Hevalî, biratî, dostanî keti bû rewşeka  cûda .

Di piçûktayi ya xwe de dil mezin bûm. Lê gava ku mezin bûm, malikên  dilê min yek bi yek fetisîn.

Mixabin û sed mixabin; ez mezin bûm…

Xwezi min bikariya disa li piçûktayî ya xwe vegerim. ji nû ve bikevim xewn û xeyalan. Herdem piçûk bi mînim.

Piçûk û dilmezin, ne mezin û dil şikestî.

Lê feyde nake.”emrê  çû, naye nû”. Xewnê biharî, şahîyên zarokî, hêviyên xemili man bi şûnde. Ketim nav kulanê serbajaran, ketim nav tevlihevîya jiyanê. Hemû  xiyalên pêşerojî, Hemû xewnên şevê dirêj, Li ber min wenda bûn, Her yeki kete bin stûneka serbajarên lewitî.

Piçûk bûm, nezan bûm. Min digo her dem weki hevin. Roj  bi yek rengî derdikeve. Bi yek rengi diçe ava. Heyv şevqa xwe, stêrk ronîya xwe bi yek rengî distinin û ji mere dikin diyarî. Sal û zeman,  dost û heval bi yek rengî bala xwe didin me.

 Min Nizani bû ku; her rengekê jiyanê bi wateyeka cûdaye. Her nêrînek, wateyeka kesane ji jiyanê derdixe.

Weki min gotî ez zarok bûm, xeşim bûm. Lê dil mezin bûm. Xwedîyê hestên gîran bûm. Keseki li dora min bira min û van hestan ne dibir. Wan di go qey  ez di leyistoka de me. Di xiyalên  winda de me 

Rasti ev bû ku dil tije bûm. Bi xewn û xiyal bûm. Singa min tije bû ji boyî rojên werin. Lê çê bikim piçûk bûm, xeşim bûm, gotinên min têra min nedikirin. Min ne kari bû xwe bidim fêhmê. Ji ber kû peyvîkên min hindik bûn. Zimanê min têramin ne dixebiti.

Zarok bûm. Bê hêz û piştgirî bûm. Tenê xwedi ramanên berfireh, xewnên  mezin, xiyalên xemilî bûm.

Lê belê zû mezin bûm. Zivistana jiyanê zû hat. Hemû  der bûn tarî û xumam. Wawîk  û keftar ketin hundirê gund û bajaran. Min dit ku; mirov bixwe har dibe li pêşber mirov û mirovatîyê. Xwe  bixwe dibe sedema qir bûna xwe. Kes tû pirozahîya nasnake.

  mezin bûm. Di şuna barana biharîde bû bahoz

 Hemû der, ketin tarîtiyê de.

Niha ji hê  şeve, tariye, li pêşber çava xumame. Mirovatî, li benda ji nûve ronahî bûna dinyayê ye. 

Ez mereq dikim ka gelo dinya zarokan çaweye. Gelo ma li ba wan herdem bihare, dilê wan ji mina zarokîya min tiji hêvi, xewn û xiyalên xweşike. An  mina me, mina mirovên mezin û ewan ew ji di taritîyêde ne.

Çiqas dixwazim ku disa bibim zarok. Da bersiva vê meraqa xwe bidim.

Dizanim bêhûdeye, dizanim na vegerim şûnde. Lê  Hêvidarim ku disa ji nûve werin hemû hestên zêrîn. Hemû dilgermî, dilsozî. Da dinya bi rastî bikeve rewşeka aram de.

Hêvidarim wê disa were  ronahîya me.

Bi bawerim, wê ji nû ve hêşîn bibe hemû alîyên dinya reş.

Hêvîdarim û bi bawerim….

 bengin_boti@hotmail.com

YAZIYA YORUM KAT