1. YAZARLAR

  2. Bengin Boti

  3. Çîroka Dubendîyê
Bengin Boti

Bengin Boti

Yazarın Tüm Yazıları >

Çîroka Dubendîyê

A+A-

Çîroka  dubendîyê ,geleki dirêj e. Ev çîrok bû ye Dîroka mirovatîyê.

Di destpêkê de, yekîtî û qencî hebûn. Hevalbendên xirabîyê, dubendî êxistin nava mirovatîyê de.  

Gotinên wan yê bi hêz tunebûn. Ne xwediyê tu raman û nêrîn bûn. Ji bili zordarî û dexesîyê tu tişt ji destê wan nedihat. Dizanin ku  bi rê yên meşrû nikarin zora alîyê di bibin. Berê  xwe dan deka. Kârê wan bûn fend û fênekî

Navê pêşengê wan Qabil bû. Xurt bû, mezin bû,  xwedîyê hêz û dengê  bilind bû. Xwe xwedîyê hemû tiştî di dît. Di got qey, dikare hemû tiştî bi zordarî bistîne. Ew qasi ji, temahkar bû. Çavên wî qet têr ne di bû. Ne ji boyî menfeeta xwe ba, qet tu heyinê xwe ne dikir Qurban, ji boyî Xweda. Ku mecbûr bima ji, malê xirab kijane, ew dikir Qurban. Bi dilekî ne safî û sed poşmanî. Disa ji dixwest  ku qurbana wi bi lez bê pejirandin.

Li alîyê dî Habil hebû. Xort bû, lê zâna bû. Xwedî fêhm bû. Dizani kû bê xebat tu tişt bi dest nakev e. Lê pişti xebatê ji, pêwist bû ku xwe teslimi Xweda’yê Dilovan bik e.

Dil fireh, rû bi ken bû. Deng nizm bû. Tim diket nav ramanên giran. Serbilind, lê ne rikdar bû. Li xwe ewle, lê ne qure bû. Hemû hebûna xwe ji Xwedîyê xwe dizani.  Bi dilekî paqij, zîz û radest heyîna xwe ya qenctirîn, weke  Qûrbana xwe  pêşkeş dikir û bi hêvi di rawesta.

Qabil mêrkujê yekemin e. Kotek û nêtxirabê yekemin e. Zordare, nanê xwe bi kotekîyê xwari ye. Bûye minak ji boyî hevpiştên xwe

Habil, mazlumê yekemin e. Perpirsyarîya xwe bi dilek tije pêk aniye û xwe spartiye xwediyê xwe. Ew ji minake ji boyî hevpiştên xwe.

Çîrok bi wan destpêkiri ye  û her dem berdewam bû ye. Jiyan û serpêhatîya her yekî ji wan bûye rêçek ji boyî mirovatî yê. Her du rêç, qet xirab ne bûn e. Ji destpêkê heta îro hene û heta dawîya jiyanê jî dê hebin. Roj  bi  roj ji  berfireh dibin.

Kesên di van rêçan de dimeşin , mina pêşengên xwe ne . Nêrînên wan, xebat û gotinên wan  di tu beşên dîrokê de ne hatine guhartin. Li kuderê bên dîtin, tên naskirin.

 Bi meş û xebatên van herdu alîyan  dîrok hatiye avakirin. Mirovatî û Gerdûn ketiye rewşên cûda cûda . Hemû Pevçûn, zordarî, serhildan, dilxweşî û dilêşi bi têkilîyê van herdu alîyan pêk hatine .

Her bendek ji wan bû ye nîşana rengekê jiyanê.

Yek bû ye  navenda xirakirinê, qirkirinê, xwin û bêbextîyê. E  di bû ye, baregeha hêviyan, Serhildan û têkoşînan.

Alîyekê vê çîrokê, şeva tarî ye, xubar e, dûman e. Kes nizane, ki çê kiriye, ki yar e, ki neyar e. Ki nase û ki nenase.

Alîyê dî  zelal e, pîroz e, kesên li vi alî çiqas ku ne bê gunehbên ji, lê xwenasên. Li pêşber rastîyê stûxarên. Amadeyê ceza û xelata xwe ne. Her dem bi hêvîn e û şikirdarin.

Yek tirsonek e, li xwe ne ewle ye. Lewma kotekîya wi gelek giran e. mirovatî , bawerî an ji armancên bilind ne xema wî ne. Ji  boyî nanê xwe, kêf û şahîya xwe dikare hemû pîroziyan bêxe bin  lingan.  Ji ber ku, Pîroziyên wi, tenê menfeetê wî ne. Qêrîn û gazîyên wi hemû, kesane ne.  Ji boyî xwe mirovan kom dike. Li ser navê civakê xwe têr dike.

Ê  di,  Merdemêr e. Heyîna wî û têk çûna wî wekî hev e. Ji ber ku hemû xebatên wi, ji boyî rêya rastin. Pîrozîyên wi ne kesane ne.

Li alîyekê  dîrokê Qabil’î hene,  li her çaxê wê de xwe  xwedî hêz dîtine. Lewma evqas har bûne. Evqas hov bûne. Rûyê  dirokê qelişandine, êş û jan berdane nava dilê  jiyanê. Piştî her hovîtiyê , bi caran ser û bin bûn e . Lê mixabin disa jî fêhm nekirine ku hêzên wan hemû derewinên.

Li aliyê  din ji Habil’î hene. Ew , bê hêz ji bin, bi rûmetin, Serbilindin. Dilê wan têre. Lewma evqas bi tebatin. xwedi hedarin. Dizanin  ku; hinavên wan bişewitin ji,  nikarin hovitîya û çavsorîya bikin. Mecbûrin kû bi dadmendi gava bavêjin. Dizanin  kû ji hemû bizavên xwe berpirsiyarin. Ji wan re hemû rêç ne meşrû ne. Armanca wan ya  yekem, ne gihana qonaxê ye. Di meşa rêya qonaxê de, ji bîr nekirina pîroziyên mezine. Ewan bi kirinê xwe dirokek zêrîn diyarî mirovatîyê kiriye.

Di xebatên herdû bendan de dîrok ji bûye du beş. Her beşeki rengê nîviskarên xwe  standiye.

 Lewma nivê  dîrokê zelale û ronîye,  nivê dî ji tevlihev e ,tarî ye. Lewma aliyek, bihar e û gulşene , ê din zivistane û bahoze.

Roj bi roj neqeba her du beşan  bêhtir fireh dibe. Her du alî gav bi gav ji hev dûr dikevin.

Ev çirok, bi hovitîya Qabil hat destpêkirin . Jiyan, bû  du qet, bû dûbendî û cûdahî. Lêbelê hê bersiva vê bûyera neçê ne hatiye dayîn.Bersiveka bi wate û heja.

Ev  bersiv ji;  ji nû ve serwerî ya rastîyê ye. Ew rastî ya ku di destpêkê de Habil xiyalên xwe pê xemilandî.

Heta  ev jiyan ne derkeve holê, ev têkoşîn na gihê dawîyê.

Ev armanc ya hemû Habiliyan e. Divêt  bê zanîn ku hemû ji sondvexwarîne ji boyî vê dawîyê..

Bila mizgînî be li hemû bizavker  û têkoşeran.

YAZIYA YORUM KAT